"Îranê ji bo bikaranîna qada esmanî destûr da balafirên Rûsyayê"

14 April 2018 21:01 0 dîtin
"Îranê ji bo bikaranîna qada esmanî destûr da balafirên Rûsyayê"

PeyamaKurd - Edîtorê Beşa Nûçeyên Eskerî ya ajansa Tasnîma Îranê Hoseîn Dalîrîan îdia kir ku rayedarên Îranî ji bo bikaranîna Baregeha Esmanî ya NOJEHa li eyaleta Hemedanê bi kar bînin destûr dan balafirên Rûsyayê.

Dalîrîan li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û got: "Îranê li ser daxwaza Rûsyayê ya xwest ku balafirên wê yên bombebarandinê yên menzîla wan zêde ye qadên me yên esmanî bi kar bînin destûr da. Heta Rûsya ji bo ku bikaribe ji balafirên xwe ra sotemeniyê hilde ji Îranê destûr xwestiye ku Baregeha Esmanî ya NOJEHê bi kar bîne û Îranê jî ev daxwaz qebûl kiriye."

Edîtorê Tasnîmê Dalîrîan yekî nêzî Artêşa Mihafizên Şoreşê ye û wisa tê zanîn. Dalîrîan got ku ev daxwaza Rûsyayê ji hêla nûnerê Vladîmîr Putîn ê Serokê Dewleta Rûsyayê va ji rayedên Îranî hat gotin û wiha dewam kir: "Ev daxwaz di hevdîtineke bi dizî ya ku di navbera nûnerê Putîn û Şemxanî de hatibû kirin da ji aliyê Îranê ra hat gotin."

Alexander Lavrentîevê ku Nûnerê Sûriyeyê yê Taybet ê Pûtîn e di 10ê nîsanê roja sêşemê de çûbûTehranê û bi Elî Şemxaniyê Sekreterê Giştiyê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê re hevdîtin kiribû.