Wezîr Husên: Em bikaranîna esmanê Iraqê ji bo êrîskirina Îranê red dikin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ger şer li Rojhilata Navîn gur bibe dê ewlehiya Kendavê bikeve metirsiyê û dê li cîhanê krîzek kûr a enerjiyê rû bide.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de ligel Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî ku bi serdaneke fermî çûbû Bexdayê de axivî.
Herwiha da zanîn, "Iraq red dike ku qada xwe ya esmanî ji bo êrişkirina Îranê bikar bîne." Huseyîn got, "Eger şerê li herêmê berfireh bibe, wê ewlekariya Kendavê bikeve xeterê û li cîhanê krîzeke kûr a enerjiyê rû bide."
Wezîr Huseyîn amaje bi wê yekê kir ku rêxistinên terorê yên wek DAIŞê ji bo xwe ji nû ve birêxistin bikin şer bi kar tînin û destnîşan kir ku biryara ragihandina şer li Iraqê tenê di destê dewletê de ye.
Wezîr Huseyîn got, “Ji bo ku Iraq tevlî şerekî li herêmê nebe, em xebatên xwe didomînin. Îsraîl bi gefxwarina Iraqê dixwaze welatê me têxe nava şer.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin