Fuad Husên bû wezîrê derve yê Iraqê

06 June 2020 16:38 0 dîtin
Fuad Husên bû wezîrê derve yê Iraqê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Fuad Husên bû Wezîrê Derve yê Iraqê.

Piştî kombûna parlamentoya Iraqê bo bawerîdana bi namzedên 7 postên wezaretên kabîneya Kazimî dest pê kir û diyar kir ku bawerî bi Fuad Husên hatiye dayîn û ew bûye Wezîrê Derve yê Iraqê.

7 navên wezîrên ku ji bo wezaretên vala mane, ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve hatine destnîşankirin ji bo bawerpêdanê ji parlamena Iraqê re hatibû şandin.

Hêjayî gotinê ye ku siyasetmedarê Kurd Fuad Husên di kabîneya serdeam berê de wekî cîgirê serokwezîr û wezîrê darayî kar dikir.