Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Yûnan civiyan
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bi hempîşeyê xwe yê Yûnanîstanê Nikos Dendias re civiya.
Wezareta derve ya Yûnanîstanê û Wezareta derve ya Iraqê derbarê civînê de daxuyanî dan.
Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand, îro 12ê Sibatê wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên û wezîrê derve yê Yûnanîstanê Nikos Dendias civiyan û hevdîtin li ser vexwandina wezîrê derve yê Yûnanîstanê pêk hatiye.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de, şandeke bazirganî û aborî ya Iraqê jî beşdarî civînê bûye.
Wezareta derve ya Yânanîstanê jî xuyakirin ku, herdu wezîrên derve li Atîna ya paytext civiyane û behsa pêwendiyên aborî yên Yûnanîstan û Iraqê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin