Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên gihîst Tirkiyê

15 December 2020 15:20 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên gihîst Tirkiyê

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên beriya serdana çaverêkirî ya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Tirkiyê, gihîşt Enqerê.

Wezareta Derve ya Iraqê ragihandiye ku Fuad Husên û şanda ligel wî, beriya serdana Serokwezîr Mistefa Kazimî gihîştiye Tirkiyê.

Hatiye diyarkirin ku Fuad Husên ji bo amadekariyên serdana Kazimî ya roja Pêncşemê bike derbasî Tirkiyê bûye.

Hêjayî gotinê ye, Kazimî bi vexwendina serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yekem serdana Tirkiyê dike û biryare li ser hejmarek mijarên dualî yên aborî, ewlehî û siyasî gotûbêj bêne kirin.