Fuad Husên bi Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdiyê re civiya
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên, roja Yekşemê 08.08.2021ê li Siûdiyê bi Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdiyê şahzade Feysel bin Ferhan re civiya.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê, Fuad Husên û Feysel bin Ferhan, di civînê de gotûbêj li ser pêwendiyên Bexda û Riyadê û rûdanên herêmê gotûbêj kirine.
Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên, vexwendina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo Şahê Erebistana Siûdiyê Şah Selman bin Ebdulezîz gîhandiye Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdiyê Feysel bin Ferhan.
Mistefa Kazimî daxwaz ji Şah Selman bin Ebdulezîz kiriye, beşdarî lûtkeya kongreya welatên cîranên Iraqê bibe ya wê di dawiya meha Tebaxê de li Bexdayê were sazkirin.
Mistefa Kazimî, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Mîrê Kweytê Mîr Newaf Ehmed Sabah jî vexwendibû kongreya lûtkeya welatên cîranên Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin