Fuad Husên bi Wezîrê Derve yê Fransa re li ser hevkariya NATOyê axivî
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê, Fûad Husên pêwendiyeke telefonî ligel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian re pêk anî.
Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, gotûbêjên wan li ser NATOyê derbarê mekanîzmeya hevahengîyê bo rûbirûbûna DAIŞê berdewam dikin.
Hat ragihandin ku herdu wezîran tekezî li ser berdewamîya hevahengîya di navbera Iraq û Fransayê de li ser rahênana serbazan û piştevanîya lojîstîkî di rûbirûbûna DAIŞê de kirine.
Fûad Husên pesnê rola Fransayê di berengabûna DAIŞê de da û got: “Em li gel NATOyê di gotûbêjan de ne, derbarê danîna mekanîzmeyeke hevpişik bo çawanîya ji navbirina DAIŞê li Iraqê.”
Le Drian jî piştevanîya xwe bo Iraqê tekez kir û parastina serwerîya yasayî û pêwîstiya vegera konferansa Kuwêtê li ser avakirina Iraqê anî ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin