Wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên gihîst Amerîkayê
PeyamaKurd – Şandeyek Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re gihîşt Amerîkayê.
Şeva borî şandeka Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên re gihîşt Washingtonê.
Li gorî zanyariyan, Fuad Husên dê bi Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re hevdîtinê pêk bîne û herwiha amadekariya serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bike.
Kazimî dê roja 20ê vê mehê serdana Amerîka bike. Di şanda wî de dê berpirsên Hikûmeta Kurdistanê jî hebin.
Serokê Hikûmeta Iraqê dê bi serokê Amerîka Donald Trump re hevdîtinê pêk bîne.
Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî dê wek nûnerê Herêma Kurdistanê bi Kazimî re serdana Amerîka bike.
Ji bilî Herîrî, dê Sekreterê Encumena Wezîran ya Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm, nûnerekî Wezareta Pêşmerge û nûnera hikûmeta Kurdistanê li Amerîka, Beyan Samî Ebdulrehman jî dê di nav şandê de bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin