Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên Joe Biden pîroz kir

09 November 2020 11:03 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên Joe Biden pîroz kir

PeyamaKurd -  Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fuad Husên, pîrozbahî Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden kir.

Bi daxuyaniyekê Dr. Fuad Husên do Yekşemê, pîrozbahî li Joe Biden kir û diyar kir, ew dixwazin pêwendiyên Iraqê û Amerîkayê bihêztir bikin.

Di daxuyaniyê de Dr. Fuad Husên destnîşan dike, pêwendiyên duqolî yên bi Amerîka re pêş ve bibin û gotûbêj û hemahengiyên di navbera her du aliyan de zêdetir bikin, bi taybetî ku her du alî nîgarîniyên hevbeş yên her du aliyan heye û pêwîst e zêdetir bi hev re kar bikin.