Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên pîrozî li Mesrûr Barzanî kir

12 July 2019 17:54 0 dîtin
Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên pîrozî li Mesrûr Barzanî kir

PeyamaKurd - Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Hûsên, bi rêya telefonê pêwendî ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî danî û bi minasebeta bawerîdana Parlementoya Kurdistanê bo kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir.

Fuad Hûsên di wê pêwendiyê de, serkeftin ji kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re xwest.

Parlementoya Kurdistanê 10ê Tîrmehê bawerî dabû kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Mesrûr Barzanî û piştî sondxwarina yasayî serokwezîr û hikûmeta nû dest bi kar kiribû.