Rûsyayê qada esmanî ji Tirkiyê re girt

13 October 2019 23:43 0 dîtin
Rûsyayê qada esmanî ji Tirkiyê re girt

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî rêkeftina bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Rojava ya bi rejîma Sûriyê re, Rûsyayê li Minbic û Kobaniyê qada esmanî ji firînê re girtiye.

Îro 13ê Cotmehê êvarê di roja pêncan a êrîşên Tirkiyê û komên çekdarên ligel wan, rêkeftina navbera rêveberiya Şamê û hêzên Rojavayê Kurdistanê de hat ragihandin ku ew nûçe ji aliyê rêveberiya Rojava û hêzên HSDê ve jî hat piştrast kirin.

Piştî rêkeftinê hêzên artêşa Sûriyê ber bi Minbic û Kobaniyê ve bi rê ketin ku tê çaverêkirin li tevahiya sînorê Tirkiyê jî bicih bibin.

Televizyona El Meyadîn ku nêzîkî rêveberiya Şamê ye, ragihand ku hêzên artêşa Sûriyê ketine bajarê Minbicê ku di bin kontrola HSD û hêzên hevpeymaniyê de bû.

El Meyadînê da xuyakirin ku HSDê destûr daye wan hêzan ku ji xalên kontrolê derbasî hûndirê Minbicê bibin.

Herwiha ragihand ku Rûsyayê jî qada esmanî ya Minbic û Kobaniyê ji firînê re ragirtiye ku êdî wê Tirkiye nikaribe balafirên xwe rake.