Medya Tirk: Rûsyayê ji bo êrîsê qada asmanî ya Sûriyê ji Tirkiyê re vekir!

20 November 2022 17:36 0 dîtin
Medya Tirk: Rûsyayê ji bo êrîsê qada asmanî ya Sûriyê ji Tirkiyê re vekir!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bo deverên şeva borî balafirên şer ên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine, Rûsyayê qada asmanî vekiriye.

Li gorî çavkaniyên medya Tirk, parastina asmanê herêma ku şeva borî êrîş hatiye kirin, di bin kontrola Rûsyayê de ye û Tirkiyeyê ew asmanên kontrola Rûsyayê yên li Sûriyê bikar aniye.

Hêjayî gotinê ye, dema êrîşa dagirkirina Efrînê jî Rûsyayê destûra bikaranîna qada asmanî dabû Tirkiyê ku ev piştî çend salan cara yekem e cardin ew destûr tê dayîn.

Li gorî çavkaniyên cuda şervanên HSD, xelkê sivîl û leşkerên girêdayî artêşa Sûriyê jî di nav de, di êrîşa şeva borî de nêzî 40 kesan can daye.