Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji Rûsyayê re girt
PeyamaKurd-Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku wan Qada Hewayî ya Tirk, ji hemû balafirên sivîl û leşkerî yên Rûsyayê re girtine. Çavuşoglu da zanîn ku ew bi Rûsyayê re her tiştî bi rêya dan û stendinê bi rê ve dibin.
Mevlut Çavuşoglu da zanîn ku ew girîngiyê bi dan û stendinên bi Moskowê didin. Çavuşoglu eşkere kir ku peymaneke dorfireh a ku li ser li hev kirine heye û ji bilî wê jî dîplomasiya wan a piştderî jî bi rê ve diçe. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bi berdewamî got, em dibînin ku alî zêdetir li ser bêalîbûn, ewlehî û saxlemiyê radiwestin, divê xala dawî ji aliyê rêberan ve were danîn.
Çavuşoglu da zanîn ku wan her carê 3 meh destûr dida û heta meha Nîsanê destûra wan hebû. Mevlut Çavuşoglu di dewama axaftina xwe de got, “ Serokomarê me bi Pûtîn re axivî, piştre geştên asîmanî hatin rawestandin. Ango em hem Montroyê hem mijarên din, bi rêya dan û stendinan bi rê ve dibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin