Îsraîlê yekem sefera balafirê li ser qada asmanî ya Eman-Siûdî Erebistan pêk anî
PeyamaKurd – Piştî asayîbûna pêwendiyên Îsraîlê ligel welatên Erebî yên Eman û Erebistana Siûdî, yekem firîna balafira rêwiyan a Îsraîlê li ser qada asmanê wan welatan hat kirin.
Wezareta Derve ya Îsraîlê li ser medya civakî bi Erebî ragihand, Kompaniya Rêhewaya Îsraîlê “El Al” ji bo sefera xwe ya Rojhilatê Dûr asmanê Erebistana Siûdî û Emanê bikar anî.
Hat bibîrxistin ku yekem sefera asmanî piştî welatê Emanê hefteya borî asmanê xwe ji balafirên sivîl ên Îsraîlê re vekiriye, pêk hatiye.
Hat diyarkirin ku bi rotaya nû re, ji Îsraîlê çûyîna bo paytexta Tayland Bankokê 2 saet û nîvan kurt dibe. Bi destpêkirina seferên ser wan welatan ên Îsraîlê re bihayê bilêtan kêm dibe û dema gihandina welatên Afrîka û Asyayê jî kurt dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin