Balyozê Îranê yê Azerbaycanê ji ber hevpeyvîna bi peyamnêra jin re ji kar hat dûrxistin
PeyamaKurd – Balyozê Îranê yê Azerbaycan Ebas Musewî bi sedemna ku hevpeyvîn daye rojnamevaneke jin ji erka xwe hate dûrxitin.
Li gorî zanyariyên medya Îranê, Balyozê Îranê yê Azerbaycanê bi jineke rojnamevan a libasên wê ne li gorî rêkarên hîcabê ye re hevpeyvîn kiriye û piştî belavbûna vîdyoya hevpeyvînê jî ji kar hatiye dûrxistin.
Ajansa nîvfermî ya Îranê Tasnîmê ragihandiye, "Divê rayedarên îranî yên li balyozxaneyan li gorî ehlaqê îslamê tevbigerin.”
Herwiha hatiye gotin ku peyamnêra jin a hevpeyvîn kiriye hem ne li gorî ehlaqê îslamî tevgeriyaye hem jî cilên li gorî rêkarên hîcabê li xwe nekirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin