Serokê Îranê Reîsî, hevpeyvîna bi peyamnêra CNN ê Amanpour re betal kir

22 September 2022 22:25 0 dîtin
Serokê Îranê Reîsî, hevpeyvîna bi peyamnêra CNN ê Amanpour re betal kir

PeyamaKurd – Peyamnêra televizyona CNN ê Christiane Amanpour, li bajarê New Yorkê xwest bi serokê Îranê Îbrahîm Reîsî re hevpeyvîna televîzyonê bike lê ji ber qebûl nekir ku serê xwe bigre, Reîsî hevpeyvîna pê re betal kir.

Hevpeyvîna peyamnêra CNN ê Christiane Amanpour ya bi Reîsî re berî çend hefteyan hatibû plankirin. Amanpour di ser hesabê xwe yê medya civakî de li ser mijarê weha got:

“Li Îranê hefteya borî piştî Mahsa Emînî ji aliyê polîsên exlaq de hat binçavkirin û kuştin, protesto dewam dikin. Grûbên mafên mirovan dibêjin herî kêm 8 kes di çalakiyan de hatine kuştin. Min do plan kiribû ku van babetan û zêdetir tiştan jê bipirsim. Wê hevpeyvîna yekem bûya ya ku Reîsî li axa New Yorkê bikira.

Planeka ku bi hefteyan me kiribû û tîmên wergerê yên ji bo 8 sitean, rohanî û kamera amadebûn. Lê deng ji Reîsî derneket. Piştî 40 deqeyan cîgirekî Reîsî hat cem min û weha got:

“Serokkomar ji ber meha muharrem û Safarê bû pêşniyar kir ku ez serê xwe bigrim. Min bi kubarî red kir. Dema min li derveyê Îranê hevpeyvînan dikir, ti serokkomarekî Îranê ji min vê daxwazê nekir.”

Amanpour got ku cîgir aşkera gotiye eger serê xwe negre wê hevpeyvîn çênebe û got ku ev mijar, mijara rêzgirtinêye. Hem behsa rewşa li Îranê ya li ser sergirtinê bibîr xist. Amanpour car din bi awayeka dinê sergirtinê qebûl nake. Piştî axaftinê, cîgir ji cem peyamnêrê diçe û weha gotinên wê weha dewam dike:

“Hevdîtin çênebû. Di wexteka ku li Îranê protesto dewam dikirin û mirov dihatin kuştin, axaftina bi Reîsî re wê gelek baş bûya.”