Serokê Îranê Reîsî dest bi geryana xwe ya Venezuelayê kir

12 June 2023 23:22 0 dîtin
Serokê Îranê Reîsî dest bi geryana xwe ya Venezuelayê kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li Venezuelayê li bajarê Maiquetia li balafirgeha Simon Bolivarê ji aliyê wezîrê karên derve yê Venezuleyê Yvan Gil de hat pêşwazîkirin. Reîsî wê li Venezuelayê ji aliyê serokê dewletê Nicolas Maduro de li Koşka Miraflores de hevdîtin bike û di navbera her dû dewletan de gelek peymanan îmze bike.

Bi Îbrahîm Reîsî re wezîrên karên derve, yê petrolê, bergiriyê û wezîrê tenduristiyê hene û hem ji karsazan gelek kes hene. Reîsî wê piştî Venezuelayê Kuba û Nîkaraguayê ziyaret bike.