Elî Ekber Ehmediyan wek serokê nû yê Encûmena Bilind a Ewlekariya Nistîmanî ya Îranê hat destnîsankirin
PeyamaKurd – Elî Ekber Ehmediyan piştî ku şeva derbasbûyî Elî Şemxanî dest ji Serokatiya Encûmena Bilind a Ewlekariya Niştîmanî ya Îranê berda, wek serokê nû yê Encûmena Bilind a Ewlekariya Niştîmanî ya Îranê hat destnîşankirin.
Serokê Encûmena Bilind a Ewlekariya Niştîmanî ya Îranê Elî Şemxanî, pêr êvarê li ser hesabê xwe yê twitterê dest ji kar berdana xwe ragihand û piştre jî malpera Nurnewsê ya girêdayî Serokatiya Encûmena Bilind a Ewlekariya Niştîmanî ya Îranê, nûçeya dest ji kar berdana wî belav kir.
Herwiha do Duşemê 22yê Gualana 2023yan malpera Nurnews û çend malperên din ên ser bi hikûmeta Îranê ve ragihandin ku Elî Ekber Ehmediyan wek serokê Encûmena Bilind a Ewlekariya Niştîmanî ya Îranê hatiye erkdarkirin.
Li gor zanyariyan, Elî Şemxanî heta 10 salan weke Serokê Encûmena Bilind a Ewlekariya Niştîmanî ya Îranê û endamê Encûmena Destnîşankirina Berjewendîyên Komara Îslamî bûye.
Elî Ekber Ehmediyan di sala 1980an de tevlî Supayan Pasdaran bûye û di havîna sala 2022an de ji aliyê Rêberê Îranê Elî Xamineyî ve weke Encûmena Destnîşankirina Berjewendîyên Komara Îslamî hatiye erkdarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin