Serok Barzanî pêswazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê kir

29 September 2020 16:03 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 29ê Îlonê pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa siyasî û dawî pêşhat û guhartinên Iraqê hatin guftûgokirin û ronahî hate xistin ser rewşa desthilata dadweriyê li Iraqê û pêwendî û hevahengiya di navbera damûdezgehên Herêma Kurdistanê û Iraqa federal.

Di civînê de, tekezî li rola desthilata dadweriyê di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha cibicîkirina destûrê hate kirin.