Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokê Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê re civiya

05 February 2022 17:00 0 dîtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokê Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê re civiya

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Şemiyê 5ê Sibata 2022yan bi Serokê Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê Humam Hemadî û şanda pê re civiya.

Li gor zanyariyan, di civînê de geşedan û guherînên herî dawî û proseya siyasî ya li Iraqê û hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin û tekezî li ser girîngiya hemahengî û nêzbûna hêz û aliyên siyasî kirin ji bo berjewendiyên giştî û çareserkirina kêşe û nakokiyan bi rêya gotûbêjan.

Herwiha di civînê de Şanda Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê pesnê ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê da û eşkere kir, serkeftina Herêmê serkeftina hemû Iraqê ye û got: “Divê em hemû hewldanên xwe zêde bikin ji bo zêdetir xizmetkirina hemû welatiyên Iraqê.”