Serokwezîrê Iraqê bi serokê herêma Kurdistanê re civiya
PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê adil Abdulmehdî bi sedema seredanê giha Hewlêrê û ji aliyê serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî de hat pêşwazîkirin. Paşî serokwezîr bi heyeta pêre, bi serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî re ji çapemeniyê re girtî civînekî pêkanî. Piştî hevdîtina bi serokê herêmê re, bi serokwezîrê herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re civînekê pekanî.
Piştî hevdîtinê wê bo çapemeniyê ragihandin bêkirirn an na nayê zanîn lê wê serokwezîr bi heyeta xwe ve dibe ku here Silêmaniyê.
Bi serokwezîrê Iraqê bi Adil Abdulmehdî re kesên ku di heyetê de ne ev in:
Wezîrê darayî Fûad Huseyîn, wezîrê karên derve Muhammed Alî Hekîm, wezîrê palnadananê Nûrî Dîleymî, wezîrê xwendina bilind Kusay Sahil û serokê daîra îstîxbaratê Mustafa Kazimî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin