Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Seroka Encûmena Bazirganiyê ya Brîtanî – Iraqî re civiya

27 November 2021 15:38 0 dîtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Seroka Encûmena Bazirganiyê ya Brîtanî – Iraqî re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 27ê Mijdara 2021ê bi Seroka Encûmena Bazirganiyê ya Brîtanî – Iraqî (IBBC) Baroness Emma û şanda pê re civiya.

Di civînê de, Baroness Emma kurteyek derbarê kar û çalakiyên encûmena xwe pêşkêş kir, bi taybet dawî konferansa xwe ku li bajarê Dubey hat kirin û taybet bû bi pêşxistina pevguhartina bazirganî û weberhênanê di navbera Brîtanya û Iraq û Herêma Kurdistanê de.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ronahî xiste ser çaksaziyên kabîneya nehem a hikûmetê û karkirina bi arasteya berfirehkirina aborî û jêderên dahatê. Herwiha tekez kir, armanca wan ew e, Herêma Kurdistanê bibe navendeke bazirganiyê ya girîng li herêmê.