Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr dicive
PeyamaKurd – Di derbarê guftûgokirina çend pirsên li ser rewşa Herêma Kurdistanê, herwiha pêwendîdarî Hewlêr û Bexdayê, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive.
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ve, biryar e îro, berî nîvro bicive.
Mijarên Encûmena Wezîran li ser guftûgo bikin wiha ne:
- Pêşketinên dawiyê yên danûstandinên li gel hikûmeta federal ên derbarê mafên darayî yên herêmî yên Kurdistanê û reşnivîsa projeyasaya budceya federal a Iraqê ya sala 2021ê.
- Bûyerên çend rojên dawiyê û alozî û nerazîbûnên hene.
- Babeta destpê kirina damezrandin û tomar kirina şîrketên nû yên di warê tenduristî, derman û pêwîstiyên bijîşkî de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin