2 pîlotên Îranê di qezaya balafira F-5 a amerîkî de mirin

01 June 2021 20:26 0 dîtin
2 pîlotên Îranê di qezaya balafira F-5 a amerîkî de mirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama qezayeke balafireke F-5 a rahênanê ya Îranê de, li qezaya Dizfûlê ya Xuzistanê du pîlotên îranê can dane.

Cîgirê Parêzgarê Xûzistanê û Qeymeqamê Taybet ê qezaya Dizfûlê Elî Ferehmendpûr li ser bûyerê ragihand, bûyer li ser erdê çêbûye û zanyariyên derbarê “ketina balafira şer piştî firînê” de red kir.

Elî Ferehmendpûr got: “Ev bûyer li ser erdê çêbûye û ti firînek me ya îro nebû ku rastî bûyerê bê.”

Televizyona fermî ya Îranê jî daye xuyakirin, bûyer ji ber pirsgirêkeke teknîkî rû daye.

Hat eşkerekirin ku pîlotên mirine navê wan Kiyanoş Besatî û Hisên Namî ye, lê pileya wan a leşkerî nehat eşkere kirin.

Hêjayî gotinê ye, balafirên F-5 yên amerîkî ne ku beriya sala 1979an di destê Îranê de hebûne û ji bo rahênanê têne bikaranîn.