Rûsyayê pîlotên ku balafira Amerîkî xistine xelat kir!

17 March 2023 20:25 0 dîtin
Rûsyayê pîlotên ku balafira Amerîkî xistine xelat kir!

PeyamaKurd – Di demeke ku xistina balafira bêmirov a Amerîkayê ji aliyê balafirên Rûsî ve li ser Deryaya Reş hatiye xistin bûye sedema krîzeke mezin di navbera herdu welatan de, Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku pîlotên balafira Amerîkî ya cûreya MQ-9 xistine hêjayî xelatê hatine dîtin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê, ew balafira Amerîkî ji ber binpêkirina demkî ya herêmî hatiye xistin û Şoygu gotiye: “Pîlotên balafirên Su-27 ên rê li ber binpêkirina sînoran girtine hêjayî xelatê hatine dîtin.”

Fermandariya Hêzên Ewropayê ya Amerîkayê (EUCOM), ragihandibû ku 14 Adarê du balafirên rûsî yên Su-27 balafira bêmirov a cûreya MQ-9 a amerîkî tacîz kirine û piştre balafira MQ-9 ji ber lêketinê ketiye nav avên navdewletî yên Deryaya Reş.