Li Emerîkayê balafireke ser ket: 2 pîlot mirin
Li eyaleta Florîda ya Emerîkayê balafireke şer ya 18F ya ‘eydê artêşa Emerîkayê ket û di encamê de du pîlot mirin.
Fermandariya Hêzên Hewayî ya Artêşa Emerîkayê ragihand ku balafireke şer ya 18F di dema firîna perwerdehiyê de li herêma Key West ya Florîdayê li nêzîkî pîsta Boca Chica ketiye.
Di daxuyaniyê de pêşiyê hate gotin ku wextê balafir nêzîkî pîstê bû, her du pîlotan xwe ji balafirê avêtiye, lê piştre hate gotin ku her du pîlot jî mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin