Li Dîlokê helîkoptera polîsan ket: 2 pîlot mirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şeva borî helîkoptereke polîsê Tirkiyeyê, li derdora navçeya Nurdag a bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê kete xwar.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku helîkopter dema ku ji Balafirgeha Dîlokê diçû ber bi Balafirgeha Hatayê ve, li gundê Kartal ê navçeya Nurdagiyê ketiye xwarê.
Yerlîkaya daye zanîn ku ji ber pirsgrêka teknîkî helîkopter ketiye û 2 pîlotên tê de can dane. Herwiha teknîsyenekî di helîkopterê de jî birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin