Li Xezzeyê helîkoptera Îsraîlê ket: 2 lesker mirin 7 birîndar bûn
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Xezzeyê helîkoptereke leşkerî ya artêşa Îsraîlê ketiye xwarê û di encamê de 2 leşker mirine û 7 jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, ji bo ku ji herêma Refahê ya başûrê Xezeyê leşkerekî birîndar veguhezînin nexweşxaneyê wan helîkopterek şandiye herêmê.
Dema ku helîkopterê hewl daye xwe deyne, ji asteke nizm ketiye xwarê.
Li gorî artêşa Îsraîlê di encama ketina helîkopterê de 2 leşker mirine û 7 leşker jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku helîkoptera wan ne ji ber "guleyên dijmin" ketiye xwarê.
Hate ragihandin ku artêşê leşkerên birîndar birine nexweşxaneyê û li ser bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin