Li Laziqiyê helîkoptera artêsa Sûriyê ket: 2 pîlot mirin

17 February 2022 18:23 0 dîtin
Li Laziqiyê helîkoptera artêsa Sûriyê ket: 2 pîlot mirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro 17ê Sibatê helîkoptereke leşkerî ya artêşa Sûriyê ketiye xwar.

Li gorî zanyariyên li ser medya civakî hatine belavkirin, helîkopter li gundewarê bajarê Laziqiye yê di bin kontrola rejîma Şamê de ye ketiye xwar.

Hat diyarkirin ku du pîlotên di helîkopterê de bûn mirine.

Li ser bûyerê û sedema ketina helîkopterê hîn ti daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.