Li ber dewriya polîsan kemîn danîn: 5 polîs mirin
PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Sîstan-Belûcistanê êrîş birin ser ereba dewriya polîsan û di encamê de 5 polîs mirin û polîsekî birîndar bû. Bûyerê rêxistina ‘Ceyşul Adl’ girt aliyê xwe.
Cîgirê rêvebirê asayîşa eyaleta Sîstan-Beluçistanê Alî Riza Merhametî li ser vê êrîşa navça Sib-Suranê de agahiyan da. Merhametî got ku kesên nasnama wan nediyar bi çekan êrîşê kirine ser polîsên wan, di êrîşê de 5 polîs mirine û polîsekî birîndar bûye.
Merhametî ragihand ku êrîşê rêxistina ‘Ceyşul Adl' xistiye stûyê xwe.
Li heman eyaletê di 4ê Nîsanê di roja Çarşemê de li bajarê Raskê êrîşê ser dezga leşkerî kiribûn û li bajarê Çabaharê di heman wextê de êrîşê ser 2 qereqolên polîsan kiribûn. Di encamê de 15 xebatkarên hêzên asayîşê hatibûn kuştin. Car din bûyerê Ceyşul Edl girtibû ser xwe.
‘Ceyşul Edl’ doza mafê xelkê Belûc dike ku eyaleta Sîstan-Belûcistanê li ser sînorê Pakistanê ye û carna êrîş dibe ser hêzên Îranê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin