Li Îstenbolê polîsan di 8ê Adarê de 9 jinan xist binçav

08 March 2025 18:27 0 dîtin
Li Îstenbolê polîsan di 8ê Adarê de 9 jinan xist binçav

PeyamaKurd – Di roja Jinan ya 8ê Adarê de, bi hezarî jin li bajarê Îstenbolê li navça Kadıköyê hatin cem hev û meşiyan lê di bin kontrola polîsan de. Di meşê de polîs 9 jinan xist binçav û jinên bertekî nîşanî binçavkirinê dan, gotin heya wan bernedin ji ciyê meşê naçin.

Di hevdîtina jinan de jin daxwaza hevkariya jinan û daxwazên wekheviyê kirin.Di meşe de jin sloganênw ekî ‘Bijî 8ê Adarê’, ‘Bijî Jin’ qêriyan, wekheviya cinsî û ji bo mafên jinan têkoşînê xwestin.