Kerkûk | Hêzên polîsan dest danîn ser gelek bombe û teqemeniyên DAISê

08 June 2021 12:01 0 dîtin
Kerkûk | Hêzên polîsan dest danîn ser gelek bombe û teqemeniyên DAISê

PeyamaKurd Operasyona eşkerekirin û jinavbirina çek û teqemeniyên terorîstên DAIŞê, li sînorê navçeya Hewîcê ya Kerkûkê destpê kir.

Rêveberê polîsê Hewîce Emîd Fetah Mehmûd diyar kiriye: ‘‘Helmeta lêgerîn û kontrola hêzên polîsê federal a ji bo dîtina çek, teqemenî û cebilxaneyê çekdarên DAIŞê li sînorê bajarê Hewîce berdewam e.’’

Herwiha daye zanîn: ‘‘Li sînorê gundên Hewîce, ji aliyê hêzên Lîwaya 9 û 10 a polîsê federal ve gelek bombeyên çêkirina navxwe û moşekên Astrella dest li ser hatiye danîn û ji aliyê tîmên taybet ve bombe û ew teqemenî hatiye jinavbirin.’’

Rêveberê polîsê Hewîce eşkere kir: ‘‘Helmeta hêzên polîsê federal, bi hevbeşiya tîmên pûçkirina teqemeniyê ve îro 08.06.2021ê û rojên pêş de jî dê berdewam be.’’