NATO dest bi sîstema hêzên hewayî yên polîsan kir

08 July 2021 00:11 0 dîtin
NATO dest bi sîstema hêzên hewayî yên polîsan kir

PeyamaKurd – Balafirên şer yên Tirkiyê û Amerîkayê li Polonya û Îzlandayê dest bi wezîfa hêzên hewayî yên polîsan kirin. Berdevkê NATO yê Oana Lungescu li ser mijarê sipasiya xwe bo Amerîkayê û Tirkiyê kir. Lungescu weha got:

“Hêza Polîsî ya hewayî dê bike ku esmanê me 24 siet bi ewle be. Ev mînaka hevkariyê ye û nîşan dide ku parastina NATO û temamên hevkarê wê bi şiyanên xwe ve heye.”

Li gor ragihandina NATO yê; 4 balafirên Tirkiyê yên F-16 bo parastina seha hewayî û ewlehiya wê, bo bi hêzên hewayî yên Polonyayê re bixebitin, duhî gihane balafirgeha Malbork ê ya Polonyayê. Jetên Tirkiyê û bi 80 xebatkarên xwe ve, heya orta êlûnê dê li herêmê bimînin.

4 balafirên Amerîkayê yên F-15 îro gihane baregeha Keflavik ya Îzlandayê. Wexta ji Navenda Operasyonên Hewayî yên Yekgirtî ya NATO yê ya li Almanya îznê bistînin, bo parastina seha hewayê ya dewleta Îzlandayê dê her wext amade bin.

Balafirên şer yên NATO yê, li seranserê Awrûpayê, eger balafirên biyanî bikevin seha wan an balafirên nasnameya wan nediyar bikevin seha hewayî ya Awrûpayê, dê bi hewa bikevin û 24 siet wezîfe bikin.

NATO, di sala 2020 an de, li seranserê Awrûpayê, bo berlêgirtina alavên hewayî yên nasnameya wan nediyar ku piraniya wan yên Rûsyayê bûn, 400 car hêzên hewayî xistibûn nav tevgerê.