NATO: Divê demildest hêzên Rûsyayê ji baregeha atomî ya Zaporijya vekise
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi daxuyaniyekê eşkere kir, kontrolkirina wêstgeha Zaporijya ji aliyê Rûsyayê ve, metirsiya karesata atomî li ser Ukrayna û civaka navdewletî çêkiriye.
Li gor Jens Stoltenberg da zanîn, divê demildest hêzên Rûsyayê ji baregeha atomî ya Zaporijya vekişe û rê li Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê were dayîn ku çavdêriya baregehê bikin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê di berdewamiyê de got: “Dagikirina wêstgeha Zaporijya ji aliyê Rûsyayê ve, gefa cidî li ser asayîşa wêstgehê û welatiyên Ukraynayê çêkiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin