Rûsyayê gef li NATOyê xwar: Em ê demildest bersivê bidin!

29 March 2022 14:28 0 dîtin
Rûsyayê gef li NATOyê xwar: Em ê demildest bersivê bidin!

PeyamaKurd – Di demeke ku îro 29ê Adarê li Stenbolê danûstandinên aştiyê yên navbera heyetên Ukrayna-Rûsyayê berdewam dikin de, Wezareta Berevaniya Rûsyayê gefa bersivdanê li NATOyê xwar.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê de, li ser egera bicihkirina sîstemên berevaniya asmanî li Ukraynayê hişyarî bo NATOyê hat dayîn û gefa bersivdanê hat xwarin.

Wezaretê diyar kir, "Qonaxa sereke ya armanca Rûsyayê di operasyona ser Ukraynayê de bidawî bû. Heger NATO balafirên şer û sîstema berevaniyê bişîne, wê Rûsya demildest bersiva vê bide.”

Herwiha li ser herêma Donbas a Ukraynayê de hat gotin ku armanca operasyonê rizgarkirina Donbasê ye û hêza leşkerî ya Ukraynayê bi awayekî jî êdî kêm bûye ku hêzên wê yên asmanî jî tune ne.