Rûsyayê gef xwar: Em ê masînên NATOyê hedef bigirin

04 May 2022 16:00 0 dîtin
Rûsyayê gef xwar: Em ê masînên NATOyê hedef bigirin

PeyamaKurd-Wezareta Berevaniya Rûsyayê, gef li NATOyê xwar. Ji wezaretê hat ragihandin ku maşînên aîdê welatên NATOyê yên ku veguhestina cebilxaneyê ji bo Ukraynayê bikin, dê bibin hedefa Artêşa Rûs

Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu, bi rayedarên wezaretê re civiya. Şoygu ragihand ku maşînên veguhestinê yên welatên endamên NATOyê ku çek û cebilxaneyan vediguhêzin Ukraynayê, dê bibin hedefa Artêşa Rûs a rewa.

Şoygu di dewama axaftina xwe de ragihand ku leşkerên Rûs, ji bo parastina sivîlan, bergirên dorfireh ên ewlehiyê danîne û her roj ji bo veguhestina sivîlan, korîdorên mirovî tên vekirin. Sergey Şoygu ragihand ku bajarê Mariupolê di bin kontrola Artêşa Rûs de ye û li bajêr jiyan ber bi rojên asayî ve diçe.

Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu, li ser êrîşa li Kargeha Azovstalê jî agahî dan. Şoygu got: “Me saxlemî dabû nijadperestan ku ew ê mafê jiyana wan li gorî hiqûqên navneteweyî bikevin bin parastinê û pêşniyaz li wan hatibû kirin ku sivîlan serbest berdin. Lê ev hewilên me, ji aliyê wan ve vala hatin derxistin, em hîn jî hewilên xwe didomînin.”