Rûsyayê gef li NATOyê xwar: Wê bê bersiv nemîne!
PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Kremlîn a Rûsyayê Dmitry Peskov, gef li NATOyê xwar û got, heger NATO çekên atomî li Polonyayê bicih bike wê bê bersiv nemîne û ew ê jî li ser dawxaza Belarûsê çekên atomî li wir bicih bikin.
Peskov di civîneke rojnamevanî de li ser mijarê diyar kiriye: “Ev ne tiştekî veşarî ye ku belavkirna çekên cuda li nêzî sînorên me ji bo me gef e. Divê em tedbîrên guncav bigirin da ku hevsengiyê vegerînin herêmê.”
Li gorî weşana Rûsya El-Yewm Peskov daye xuyakirin: “Gelek zû ye ku em berteka dewletên rojavayî ya têkildarî pêşniyarên Moskowê yên derbarê pêkanîna ewlehiyê de binirxînin. Me gelek gotin ji çavkaniyên cuda bihîstin ku ew amade ne vê mijarê nîqaş bikin. Dibe ku ev yek gavek erênî be. Lê heta niha ti bersiveke diyar nehatiye dayîn. Ji ber wê zû ye em helwesta xwe ragihînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin