Medvedev gef xwar Lîtvanyayê bersiv da: ‘Rûsyayê li Baltikê çekên nukleerî bicih kirine’

14 April 2022 21:10 0 dîtin
Medvedev gef xwar Lîtvanyayê bersiv da: ‘Rûsyayê li Baltikê çekên nukleerî bicih kirine’

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariyê yê Rûsyayê Dmitrî Medvedev, li ser amadekariyên welatên Finlandiya û Swêdê bo endamtiya NATOyê gefa xwar û got, wê dijminên fermî yên Rûsyayê zêdetir bibin û behsa bihêzkirina herêma Baltikê û çekên nukleerî kir.

Piştî daxuyaniyên Medvedev Wezîrê Berevaniya Litvanyayê Arvydas Anusauskas daxuyanî da medya welatê xwe û îdia kir ku niha jî li herêma Baltikê çekên nukleerî yên Rûsyayê hene.

Anusauskas herwiha got, “Rûsyayê li Kalînîngrad a peravên Deryaya Baltikê çekên nukleerî bicih kirine ku dikev navbera welatên Polonya û Lîtvanyayê. Em ji rewşê haydar in, Rûsya vê wekî gef bikar tîne.”

Serokwezîrê Lîtvanyayê Ingrida Simonyte, li ser mijarê bal kişand ser ku zêdekirina kapasîteya leşkerê ya Rûsyayê li herêma Baltikê ne bûyereke nû ye.