Gotinên gefxwarinê yên Îranê: Bê bersiv namîne!

28 October 2024 08:40 0 dîtin
Gotinên gefxwarinê yên Îranê: Bê bersiv namîne!

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkyan derbarê êrîşa Îsraîlê ya li ser baregehên leşkerî yên Îranê de jî got, "Em ne li pê şer in, lê em ê welat û miletê xwe biparêzin. Em ê bersiveke guncav bidin êrîşa Rejîma Siyonîst."

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di civîna Lijneya Wezîran de têkildarî êrîşa tolhildana Îsraîlê ya li dijî baregehên leşkerî yên Îranê axivî.

Pezeşkiyan diyar kir ku Îranê ti carî êrîşên ku serweriya wê dike bê bersiv nehiştiye û wiha got:

"Gelê me û Komara Îslamî ya Îranê nîşan da ku 45 sal in li hemberî ti dagirkerî û êrîşan paşve gav neavêtiye. Em ne li pê şer in, lê em ê welat û gelê xwe biparêzin. Em ê bi awayekî guncav bersiva êrîşan bidin. Rejîma Siyonîst."