Îranê gef li Îsraîlê xwar: Tistek bê bersiv namîne
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir, Îran wê bersivê bide êrîşên têkildarî kuştina 2 endamên pasdarên Îranê yên li Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî jî li ser pirsa rojnamevanan a li ser kuştina 2 endamên pasdarên Îranê li Sûriyê got: “Ti tevgerek li dijî berjewendiyên Îranê û hêzên şêwirmendên me li Sûriyê nayê kirin. Sûriye wê bê bersiv nemîne."
Medyaya fermî ya Îranê ragihand, endamên Pasdarên Şoreşa Îranê Mihemed Elî Ataî û Şorjî Teqîzade ku li Sûriyê wek şêwirmendên leşkerî kar dikirin, di êrîşa Îsraîlê ya 2ê Mijdarê de mirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin