Berdevka Qesra Spî: Em bi Îsraîlê re bersiva wê ya ji bo Îranê gotûbêj dikin

08 October 2024 15:10 0 dîtin
Berdevka Qesra Spî: Em bi Îsraîlê re bersiva wê ya ji bo Îranê gotûbêj dikin

PeyamaKurd –   Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierreê diyar kir ku danûstandinên wan ên bi Tel Avîvê re li ser bersivdayîna leşkerî ya Îsraîlê ya li dijî Îranê hê jî dewam dikin.

Jean-Pierre di civîna çapemeniyê ya rojane de rewşa dawî ya Rojhilata Navîn nirxand.

Berdevka Qesra Spî Amerîkayê tekezî li ser pabendbûna welatê xwe bi ewlekariya Îsraîlê kir û got, “Em bi Îsraîlê re li ser bersiva êrîşa Îranê gotûbêjên xwe berdewam dikin.”

Jean-Pierreê bi bîr xist ku Amerîka li dijî Îranê piştgiriyeke cidî ya rasterast û nerasterast daye Îsraîlê û destnîşan kir ku ew ê vê piştgiriyê bidomînin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniya xwe ya roja înê de diyar kiribû ku Îsraîlê hîn biryar nedaye bê ka dê çawa bersiva Îranê bide û gotibû, “Eger ez ji dêvla wan bûma, ji bilî êrîşkirina petrolê min ê alternatîfine din binirxandana.”