Bersiva Îranê ya ji bo Îsraîlê tê nîqaskirin: Texmîn çi ne?

11 August 2024 14:58 0 dîtin
Bersiva Îranê ya ji bo Îsraîlê tê nîqaskirin: Texmîn çi ne?

PeyamaKurd – Di medya Erebî de ev du hefte ne mijara bersiva Îranê ya êrîşên Îsraîlê yên kuştina Îsmaîl Heniye û berpirsê pilebilind ê Hizbullahê Fuad Şukrî li Lubnaê tê nîqaşkirin.

Ji bilî êrîşên sînordar ên Hizbullahê ti êrîşek pêk nehatiye

Lê belê heta niha ango ji 31ê Tîrmehê sûîqesta Îsmaîl Heniye ve, Îranê tevî gefên lêdana Îsraîlê jî ji bilî êrîşên hêzên wekîl ên wekî Hizbullaha Lubnanê yên sînordar bi ser başûrê Îsraîlê de û êrîşên Hûsiyan bi ser keştiyên Deryaya Sor de ti bersiveke berçav a leşkerî nedaye.

Îranê li şûna Îsraîlê hêzên wekîl xistine tevgerê

Dîsa piştî gefên Îranê li şûna Îsraîlê êrîşên komên milîsên Îranê yên li ser hêzên Amerîkî yên li Iraq û Sûriyê zêde bûne ku hejmarek leşker û personelên Amerîkî birîndar bûne. Îranê bersiveke rasterast hê jî nedaye Îsraîlê û mijar cihekî berfireh di medyaya erebî de digre.

Medya Erebî: Tehran û Hizbullah neçar in bersivê bidin

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, li ser şerê Îsraîl û Hizbullahê daye zanîn, Tehran û hevkara wê Hizbullah neçar in bersiva kuştina serokê polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye bidin da ku gotinên xwe bi cih bînin.

Herwiha tê gotin ku asta hêza bersivdayînê dê şêwaza rageşiya li herêmê jî diyar bike.

Texmîna Îsraîlê çi ye?

Li gorî texmînên Îsraîlê dê Îran û Hizbullah ku dixwaze tola kuştina fermandarê xwe Fûad Şukrî hilîne, binesaziya leşkerî ya li bakur û navîna Îsraîlê bikin armanc.

Rojnameya El Ereb daye xuyakirin, Îsraîl bi fikar e ku êrîş ji gelek aliyan ve (Îran, Lubnan, Yemen, Iraq û Sûriyeyê) ve bêne kirin, lê hê jî şêwaza êrîşa tê pêşbînîkirin diyar nebûye.

Piştî kuştina Heniye hewldanên agirbestê

Rojnameya Şerq El Ewsat jî tevî mijara êrîşeke leşkerî ya Îranê behsa hewldanên navbeynkaran ên pêkanîna agirbesta li Xezayê kiriye û daye zanîn, piştî kuştina Îsmaîl Heniye diyalog û hewldanên agirbestê asteng bûbûn, lê ji ber zextên navneteweyî dê hewldanên navbeynkaran ên bi armanca agirbestê dîsa zêde bibin.

Hatiye destnîşankirin ku bêyî zimanekî tund ê ji aliyê hevkara Îsraîl Amerîkayê û civaka navdewletî  Îsraîl ne dilxwazê îmzekirina peymana agirbestê ye. Herwiha tê diyarkirin ku encex zextên ser hikûmeta Netanyahû bên zêdekirin daku agirbestê qebûl bike.