Pentagon: "Ji bo bersiva Îranê em bi Îsraîlê re di têkiliyê de ne"

04 October 2024 09:06 0 dîtin
Pentagon: "Ji bo bersiva Îranê em bi Îsraîlê re di têkiliyê de ne"

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku danûstandinên bi Îsraîlê re ji bo bersivdana moşekên balîstîk ên Îranê li dijî Îsraîlê avêtine, didomin.

Cîgira Berdevka Pentagonê Sabrina Singh di civîna çapemeniyê ya rojane de diyar kir ku Amerîka bi Îsraîlê re li ser bersiveke muhtemel a li hember êrîşa moşekî ya Îranê ya di 1ê Cotmehê de "di nav danûstandineke pir nêzîk" de ye.

Singh got, "Lê ez ê bêtir texmînan nekim ka wê bersiva Îsraîl çi be."

Li ser pirsên berdewam ên rojnamevanan, Singh diyar kir ku hevdîtinên di navbera her du aliyan de sohbetên taybet bûn û got, “Tişta ku ez dikarim ji we re bêjim ew e ku em hewl didin fêm bikin ku dibe ku berteka wan (Îsraîl) çi be. Ez nikarim bêtir hûrguliyan bidim."

Singh diyar kir ku DYA wê di vê mijarê de bi Îsraîl re şêwirên xwe bidomîne û diyar kir ku li ser mijarên Îsraîlê çi dibe bila bibe û bersiva wê çawa be, têkilî didomin.

Singh herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku Amerîka naxwaze alozî li herêmê belav bibe û got, "Em naxwazin bi ti welat û komekê re, Îran jî di nav de, şer derkeve."