Swêdê bersiv da gefa Rûsyayê ya bo endamtiya NATOyê
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström, li ser daxuyaniya Balzoyê Stockholmê yê Rûsyayê ya derbarê endamtiya NATO ya Swêdê de ku gef xwaribî, daxuyanî da.
Balzoyê Stockholmê yê Rûsyayê Viktor Tatarintsev ragihandibû ku, heger Swêd tevlî NATOyê bibe, wê di çarçoveya tedbîrên bersivdana leşkerî de, bibe hedefeke meşrû.
Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström, li ser daxuyaniya balyozxaneya rûsî ya li ser înternetê hatiye weşandin ji ajansa TT ya Swêdî re ragihand ku ew daxuyanî hewldaneke eşkere ya bandorkirinê ye.
Billström got ku balyozê rûsî bo wezareta derve hatiye bangkirin û destnîşan kir, "Polîtîkaya Swêdê ya ewlekariyê, tenê hikûmeta wê diyar dike, ne kesekî din.”
Hêjayî gotinê ye, piştî destpêkirina êrîşên Rûsyayê li ser Ukraynayê herdu welatên cîran Swêd û Fînlandê ji bo endamtiyê serlêdana NATOyê kiribûn.
Niha endamtiya NATO ya Fînlandayê gihîştiye dawiyê, lê proseya endamtiya Swêdê ji ber pesend nekirina welatên Macaristan û Tirkiyeyê berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin