Xamineyî: Em ê bi gefan bersiva gefan bidin
PeyamaKurd – Serokê Amerîka Trump roja Çarşemê li ser medyaya civakî got ku ew dikarin bi Îranê re rêkeftineke nû ya nukleerî gotûbêj bikin, di heman demê de Tehranê jî îşaret kir ku ew amade ye pêvajoyeke nû bide destpêkirin.
Lê hat ragihandin rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî deriyê hemû pêvajoyên danûstandinê yên li gel Amerîkayê girt.
Li gorî medyaya Îranê, Xamineyî got, “Divê bi hikûmeteke weha re danûstandin neyên kirin. Danûstandinên bi Amerîkayê re tu pirsgirêkan çareser nake.”
Xamineyî diyar kir ku ew ê bersivê bidin îhtîmalên Washingtonê yên li dijî Îranê û weha got: “Eger gefan li me bixwin em ê jî bi gefan bersivê bidin. Eger ewlehiya gelê me bikin hedef em ê bê dudilî wan bikin hedef.”
Xamineyî Amerîka bipaşvexistina peymana sala 2015an a li Viyanayê tohmetbar kir û got, “Kesê ku niha (li Qesra Spî) wezîfedar bû, bi xwe ew peyman hilweşand.”
Wî di axavtina xwe de her weha got ku haya wî ji wan zehmetiyan heye ku îranî ji ber dorpêçan dikişinin û pêwîst e ku ew pirsgirêk di nav welêt de bên çareserkirin.
Îran, israr dike ku bernameya wê ya nukleerî “bi tevahî aştiyane” ye û îdiayên ku hewl dide çekên atomî çêke red dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin