Koska Spî bersiva Xamineyî da: Yan danûstandin yan jî bi rêya leskerî...

09 March 2025 13:02 0 dîtin
Koska Spî bersiva Xamineyî da: Yan danûstandin yan jî bi rêya leskerî...

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî ku gotibû ew dixwazin derbarê bernameya çekên atomî de bi Îranê re lihevkirinekê bikin û rê nedin ti carî bibe xwediyê wan çekan, Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney pêşniyara Trump red kiribû.

Trump di hevpeyvîna FOX Newsê de got: “Min nameyek ji rêberê Îranê re şand, ji bo danûstandinan li ser rêkeftinê bikin.”

Berdevkê Encûmena Asayişa Neteweyî ya Koşka Sipî Brian Hughes jî îro 9ê Adarê ragihand: “Em hêvîdar in ku hikûmeta Îranê berjewendiyên gelê xwe û rejîma xwe di ser terorê re deyne.”

Hughes li ser pêngava bê ya rêveberiya Trump bi Îranê re got: “Ev dikare bi rêya leşkerî an bi danûstandinan were kirin.”

Daxuyaniya Berdevkê Encûmena Asayişa Neteweyî ya Koşka Spî piştî gotinên Rêberê Îranê Elî Xamineyî hat ku Xamineyî duh Şemiyê gotibû, welatên ku banga danûstandinan dikin, naxwazin pirsgirêkan çareser bikin, tenê dixwazin xwe ferz bikin, ji ber vê yekê Tehran ti carî bi daxwazên hilweşandina bernameya xwe ya atomî razî nabe.