Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê: Divê endamên NATOyê amadekariyê ji bo êrîseke Rûsyayê bikin
PeyamaKurd – Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Christine Lambrecht da zanîn, divê welatên endamên NATOyê, amadekariyê ji bo êrîşeke Rûsyayê bikin.
Li gor Christine Lambrecht eşkere kir, eger belge û amadekariyên wan jî diyar nebin, dibe ku Rûsya êrîş bike ser welatên endamên NATOyê.
Herwiha Lambrecht destnîşan kir, divê welatên NATO xwe ji bo êrîşa Rûsan amade bikin.
Di berdewamiyê de Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê diyar kir, nabe êdî kar ji bo biryarên demkurt bidin, heta havîna bê biryar li ser stratejiya demdirêj a NATOyê bidin.
Herî dawî Christine Lambrecht da zanîn, divê bi lez hêzên xwe ji bo rojhilatê Ewropayê veguhezînin, dibe ku Moskow vê pêngavê weke binpêkirina biryarên NATOyê bihesibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin