Wezîra Almanyayê: Divê cîhan bizanibe ku li Sengalê…

10 March 2023 15:30 0 dîtin
Wezîra Almanyayê: Divê cîhan bizanibe ku li Sengalê…

PeyamaKurd- Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, ji bo lêkolîna mînên ku di navbera salên 2014 û 2015an de ji aliyê çeteyên IŞÎDê ve hatine danîn, serdana Şengalê kir.

Annalena Baerbock, di vê serdana xwe ya Şengalê de diyar kir ku hikûmeta Almanyayê dê piştgiriya Êzidiyan bike û alîkariya wan bike da ku penaberên Êzîdî vegerin welatê xwe.

Baerbock piştî Şengalê serdana gundê Koço yê ku Kurdên Êzidî di sala 2014an de li wê derê ji aliye IŞÎDê ve hatibûn qetilkirin kir û li wêneyên kesên ku ji aliyê IŞÎDê ve hatine revandin an kuştin nihêrt û bi malbatên qurbaniyan re sohbet kir.

Wezîr Baerbock, serdana goristana gundê Koço jî kir û destegul danîn ser gorên Kurdên Êzidî yên ji aliyê terorên IŞÎDê ve hatibûn qetilkirin.

Baerbock li şêniyên gundê Koço guhdarî kir û got ku ew ê hem li welêt û hem jî li qada navneteweyî ji bo alîkariya Kurdên Êzidî bixebitin.

Wezîra Almanyayê got, “Divê cîhan bizanibe ku 8 sal berê li cihê bi navê Şengalê qirkirinek li dijî mirovahiyê pêk hatiye. Li vê dere mêr, jin û zarok hatin qetilkirin. Jin û keç hatine revandin û wendakirin.”