Wezîra berevaniyê ya Îspanya Margarita Robles seredana baregeha Incirlikê kir

19 February 2025 22:01 0 dîtin
Wezîra berevaniyê ya Îspanya Margarita Robles seredana baregeha Incirlikê kir

PeyamaKurd – Wezîra bergiriya dewleta Îspanyayê Margarita Robles di 10 saliya bicîhkirina sîstema Patriotan ya li baregeha NATOyê ya Încirlik a Adanayê de, ji bo salvegerê serdana Tirkiyê kir.

Robles, seredana mexdûrên erdheja 6ê Sibatê kir û behsa girîngiya hevkariya bi leşkerên Tirkiyê re kir. Robles, seredana baregeha 10em ya Jetê kir û pêşwaziya wê ji aliyê fermandarê baregehê tûxgeneral Kemal Güleç, balyoza Îspanya ya Ankara  Cristina Latorre Sancho û fermandarê Patriotan Yarbay Fernando Maria Garcia Reparaz Pardo de Santayana de hat kirin.

Li baregeha Încîrlîkê 138 leşkerên Îspanya hene û bi sedema seredana wezîra Îspanyayê tûxgeneral Güleç plaketekî dayê.

Robles, herw eha seredana mexdûrên erdheja 6ê Sibata sala 2023an li Nurdaxê kir ûbi rizgarkiriyên erdhejê re civiya.