Wezîra Parastina Spanyayê Robles serdana Bexdayê kir

08 February 2024 10:31 0 dîtin
Wezîra Parastina Spanyayê Robles serdana Bexdayê kir

PeyamaKurd – Wezîra Parastinê ya Spanyayê Margarita Robles li Bexdayê ji aliyê hevtayê xwe yê Iraqî Sabit Muhammed Seîd ve hat pêşwazîkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Iraqê de hat ragihandin ku îro (07.02.2024) Wezîrê Parastinê Seîd li Bexdayê pêşwaziya Wezîra Parastina Spanyayê Robles kir.

Her li vê hevdîtinê de li ser çawaniya xurtkirina pêwendiyên di navbera Iraq û Spanyayê de gotûbêj hatin kirin.

Hat zanîn ku Spanyayê 11 hezar leşker li Iraq, Sûriye û Kuweytê bi cih kirine û ji sedî 5ê van leşkeran şêwirmendî û perwerdeyê didin hêzên Iraqî.